200 kesayetîyên navdar ên cîhanê dijî êrişa Tirkîyê ser bakura Sûrîyê derketin
200 kesayetîyên navdar ên cîhanê ji wan nivîskar, feylesof, têorîsîyen, zanyar, akadêmsîyen û hwd ji 21 welatên cîhanê bi kempêynekê dijberîya xwe himberî opêrasyona Artêşa Tirkîyê û têrorîstên ser bi Enqerê ya dijî bakura Sûrîyê ragihandin.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Mezopotamyayê, 200 kesayetîyên navdar ên cîhanê ji wan nivîskar, feylesof, têorîsîyen, zanyar, akadêmsîyen û hwd ji 21 welatên cîhanê bi kempêynekê dijberîya xwe himberî opêrasyona Artêşa Tirkîyê û têrorîstên ser bi Enqerê ya dijî bakura Sûrîyê ragihandin.
Ligorî wê raporê, kesayetîyên wekî Nuam Çomskî, Dêyvîd Harwêy, Atîn Balîbar, Cant Bîhêl, Raol Zîbeçî bi wajokirina nivîsarekê ser navê `` ragihandina hevgirtina digel gelê Kurd û gelên ku li bakura Sûrîyê dest bi berxwedanê kirine`` di kempêyna neyarîya himberî opêrasyona qaşo Kanîya Aştîyê de pişkdar bûne.