Êrişa mûşekî ya Yemenê ser binkeyên kirêgirtiyên siûdî
Îlon 03, 2026 17:44 Asia/Tehran
Çavkaniyên ser bi Riyazê basa êrişa bi mûşekan a Artêşê û Ensarullah a Yemenê ser bendera stratêjîk a Mexayê û avêtina herîkêm pênc mûşekên balistîk ser vê navçê kirin.
Li gorî çavkaniyên girêdayî Riyazê, herîkêm 5 mûşekên balîstîk ji herêma Cebel Beidan a li parêzgeha Ibê ve ber bi çeperên kirêgirtiyên Siûdî yên li bendera Mexayê li parêzgeha Teizê, hatine avêtin. Çavkaniyên girêdayî hikûmeta Senayê hîn bertek nîşanî vê nûçeyê nedane. Bendera Mexa yek ji xalên sereke yên ketina çek û amûran bo destê hikûmeta Edenê û kesên ser bi Riyazê ve tê hesê û di mehên dawî de gelek caran ji aliyê artêşa Yemenê û Ensarullahê ve rastî êrîşên mûşekî û topxaneyê ve hatiye.