Nancy Pelosi: Em ê biryara Trump hilweşînin
Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi beriya bi demekê aşkere kir ew ê hewl bidin biryara Serokomarê Amerîkayê Donald Trump a vekişandina hêzên wan ji Rojavayê Kurdistanê hilweşînin.
Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê ragehand: Herdû Partiyên Komarî û Demokratî di kongirêsê de, projeyekê amade dikin bo helweşandina biryara Trump, derbarê vekişandina Artêşa Amerîkayê ji bakûra Suriyê.
Nancy Pelosi duh êvarê di Twitterê de nivîsî ku ser vê yekê bi Senatorê dercebilind ê Partiya Komarî Lindsey Graham re axivtiye.
Pelosi herwiha ragehand: Pêşnûmaya sizadana Tirkiyê di rewşa amadebûnê de ye ku ew siza gelek girantirin ji wan sizayên ku berê Koşka Sipî beranber bi Tirkîyê bi kar anîne.
Wê herweha gotî: Donald Trump , serokê Amerîkayê glopa kesk bo Tirkiyê vêxistiye daku hêrişê bike ser bakûra Suriyê.
Desdirêjiya Tirkiyê ser bakura Sûriyê û qirkirina xelkê sivîl ê kurd li wê deverê rastî bertekên tund ên cîhanî hatiye û serokomarê Amerîkayê jî ji ber vê yekê neçar maye li hemberî vê cinayeta Tirkiyê bertekê nîşan bide.