Ji ber bordûmana şer 2 kes mirin 12 kes birîndar bûn
Operasyona leşkerî ya Tirkiyê bo ser herêmên kurdî li bakura Sûriyê berdeam dike û tesîra şer li deverên kurdnişîn ên Tirkiyê jî dibe. Topeke hawênê li gundekî Qoserê yê ser bi Mêrdînê ket û di encamê da 2 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.
Ligor zanyariyên Kurdpressê ji gundê Xerabkort ê Qoserê îro sêşemê 15.10.2019an saetên piştî nîvro topeke hawênê li navenda gund ketiye û di encamê da 2 kes mirine û 12 kes jî birîndar bûne. Herwiha birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhestin û gundî jî ji gund hatine derxistin. Hêzên kurd dibêjinxelkê vî gundî berê hatibûn derxistin û leşker dewa wan danî bûn, vêca kuşt û birîndar leşkerên tirk in. Lê belê rayedarên Tirkiyê dibêjin ew sivîl in.
Herwiha ji roja desptpêka operasyonl 09.10.2019an çend topên hawênan li derdora Nisêbîn û Sirûcê jî ketibûn û di encamê da 12 kes miribûn û 37 kes jî birîndar bibûn.