Dûhatên metirsîdar, encama hevkariya bi Artêşa terorîst a Amerîkayê re ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i360066-dûhatên_metirsîdar_encama_hevkariya_bi_artêşa_terorîst_a_amerîkayê_re_ye
Berdevkê Biryargeha Navendî ya Xatemulenbiyayê pêhişyarî da: Her welatek ku bi artêşa destdirêjker a Amerîkayê re hevkariyê bike divê dûhatên wê yên xeternak qebûl bike.
(last modified 2026-09-02T15:15:49+00:00 )
Îlon 02, 2026 16:37 Asia/Tehran
  • Dûhatên metirsîdar, encama hevkariya bi Artêşa terorîst a Amerîkayê re ye

Berdevkê Biryargeha Navendî ya Xatemulenbiyayê pêhişyarî da: Her welatek ku bi artêşa destdirêjker a Amerîkayê re hevkariyê bike divê dûhatên wê yên xeternak qebûl bike.

Îbrahîm Zolfeqarî di daxuyaniyekî de ragihand: Artêşa terorîst û zarokuj a Amerîkayê li dû şikestên bi dû hev li şerrê sepandî yê dijî Îranê de û şikesta ji xelkê Îranê ku hertim di qadê de ne, hin navçeyên leşkerî û sivîl li navçeyên başûrê Îranê dan ber êrişên xwe yên hewayî yên hovane û hejmarek ji xelkê bêsûc jî hatin kuştin û birîndarkirin. Operasiyonên êrişkirinê yên hêzên çekdar ên Komara Îslamiya Îranê wek bersiva li hember van şerûtî û kiryarên terorîstî, wê heta dema ku amerîkî ji cinayetan poşman bibin berdewam bin. Em pêhişyariyê didin dewama şerûtiyên amerîkiyan li navçê wê rastî bersivên girantir, berfirehtir û kavilkir ve bên û her welatek ku bi artêşa destdirêjker a Amerîkayê re hevkariyê bike divê dûhatên wê yên xeternak qebûl bike.