Leşkerên Rejîma Siyonîst ketin nav dorhêla Quneytere û Derayê
Leşkerên Rejîma Siyonîst îro ketin nav hin navçeyan li dorhêla parêzgehên Quneytere û Derayê li başûrê Sûriyê.
Leşkerên Siyonîst derbasî navçeya Kisaratê bûne, xaleke demkî ya lêgerînê pêk anîne û karkerên tê de dane ber lêgerînê û piştî lêgerînê wêneya belgeyên wan ên nasînê rakirine û agahiyên wan qeyd kirine. Hevgavê viya yekîneyeke leşkerên Siyonîst ku ji sê tirombîlên leşkerî pêk hatiye, derbasî navçeya Wadî Reqadê li dorhêla rojava ya Derayê bû. Di eynî demê de hêlîkopterên Siyonîst di bilindahiyeke nizim da li ser esmanê bajarê Tefsê û hin navçeyên din ên parêzgeha Derayê firiyan. Ev liv û tevger di halekî da ne ku navçeyên başûrê yên Sûriyê bi taybet parêzgehên Dera û Quneytere, di van mehên dawiyê de bûne şahidê ketin û liv û tevgerên berdewam ên leşkerên Siyonîst .