-
Parlamenterên HDP’ê li dijî betalkirina parlamenteriya endamên xwe dest bi meşê kirin
Hezîran 05, 2020 10:22Parlamenter û Serokwekîlên HDP’ê yên li Meclîsê daxuyanî dan çapemeniyê, ber bi Guvenpark a Kizilayê ve dest bi meşê kirin. Polîs êrîş anîn ser wekîlên HDP'ê. HDPê betalkirina parlamenteriya wekîlên meclisê wek Darbeya AKP-MHPê bi nav kiriye.
-
PKKê: Li Elbakê 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Hezîran 05, 2020 07:31Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK'ê ragihand ku li navçeya Elbakê ya Wanê, li dijî wesayiteke artêşa Tirkiyê êrişeke sabotajê kiriye ku di encamê de derbe li wesayitê ket û herî kêm 3 leşkerên tê de hatin kuştin.
-
Parlamenteriya Guven û 2 parlemeterên din hatin betalkirin
Hezîran 05, 2020 06:16Parlementeriya Leyla Guven, Mûsa Farîsoûllari ên HDP’î û Enîs Berberoglû yê CHP’î hatin betalkirin.
-
Siyaseta AKP-MHPê li ser esasa tunehesibandina kurdan e / Dewleta Tirkiyê ti baweriyek bi mafê kurdan tune
Hezîran 04, 2020 17:25Sêkrêtirê Partiya Îslamî ya Kurdistanê (pîk) di hevpeyîvîna bi Kurd Pressê ra got: Ev rastiyek e û divê em gişt û medya û wijdanên azad bipejirînin ku li Tirkiyê zilm li kurdan tê kirin. Zimanê Kurdî qedexe ye û eger kesek mafê xwe bixwaze, heta eger endamê partiyeke siyasî nebe jî, an tê girtin an dê çarenûseke xerab li benda wî be.
-
Tirkiyê derbasgehên xwe yên sînorî digel Iraq û Îranê vedike
Hezîran 04, 2020 17:10Rûhsar Pekcan, Wezîra Ticaretê ya Tirkiyê qala vekirina derbasgehên sînorên yên Gorbûlakê digel Îranê û Xabûrê digel Iraqê kir.
-
Li Amedê hejmara nexweşên şewba Vîrûsa Koronayê zêde bûye
Hezîran 04, 2020 14:48Li Amedê hejmara nexweşên şewba Vîrûsa Koronayê ji hezar û 150 kesan derbas kir. Piştî Cejna Remezanê 200 kes testa wan pozîtîf derket. Ji 300 kesî zêdetir jî li malan tên îzolasyonkirin.
-
Sancar: Em ê plana çalakiyên demokratîk pêş bixin
Hezîran 04, 2020 14:14Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar, diyar kir ku belgeya wan a helwestê destêk bû û wiha got: "Em ê plana çalakiyên demokratîk pêş bixin. Em ê têkoşîna demokratîk li ser axê pêş bixin û vê têkoşîna demokratîk heta sindoqan mezin bikin."
-
3ê Hezîranê li Tirkiyê; Bîlançûya dawî ya Covîd-19'ê
Hezîran 04, 2020 06:08Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 24 kesên din jî ji ber Vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest dane û 867 kesên din jî bi şewbê ketine.
-
Meral Daniş Beştaş: "Di bûyera Çakan de gumanên me hene"
Hezîran 03, 2020 13:11Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku di bûyera Bariş Çakan de gumanên wan hene û got: “Di qanalen televîzyonan û hin yekîneyên desthilatê de dadgeh hatine avakirin, biryar hatiye dayîn û sedemên bûyeran tên aşkerakirin.”
-
Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Talûke didome
Hezîran 03, 2020 06:24Platforma Tenduristiyê ya Amedê, têkildarî şewba Vîrûsa Koronayê hişyarî kir û diyar kir ku talûkeya pêla yekemîn didome. Platformê welatî hişyar kirin û xwest li paqijiyê û tedbîrên rûpoş (maske) û mesafeya fîzîkî badar bin.