PKKê: Li Elbakê 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK'ê ragihand ku li navçeya Elbakê ya Wanê, li dijî wesayiteke artêşa Tirkiyê êrişeke sabotajê kiriye ku di encamê de derbe li wesayitê ket û herî kêm 3 leşkerên tê de hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK'ê di vê barê de daxuyaniyek weşand û têde diyar kir ku hêzên wê 3'yê Hezîranê saet di 18:40'î de li navçeya Elbakê ya Wanê, li dijî wesayiteke artêşa Tirkiyê ya bi tîpa Reo ku ji qereqola Kela Esmerê diçû qereqola Xelkavayê çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de derb li wesayîta artêşa Tirkiyê hate xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin 3 leşker hatin kuştin.
PKKê herwiha di daxuyaniya xwe de radigehîne ku yekê Hezîranê saet di 15:00 de li herêma Heftanî ya Herêma Kurdistanê hêzên wê balafirke bêpîlot a Tirkiyê ya li ser Girê Partîzan difiriya jxiste erdê.
PKKê derbarê êrişa balafirên şer ên Tirkiyê jî dibêje: "2'yê Hezîranê saet di navbera 21:00 û 22:00 de balafirên şer bombe li qada Gundê Filleha yê herêma Zapê barandin."
"Herwiha 3'yê Hezîranê jî balafirên şer qadên Kanîsarkê û Kurojahro yên herêma Zapê, herêma Heftanînê û herêma Avaşînê bombebaran kirin."
PKKê derbarê kuştî û birîndarên xwe di van êrişên balafirên Tirkiyê de hîn ti tişt negotiye.