Parlamenterên HDP’ê li dijî betalkirina parlamenteriya endamên xwe dest bi meşê kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316512-parlamenterên_hdp’ê_li_dijî_betalkirina_parlamenteriya_endamên_xwe_dest_bi_meşê_kirin
Parlamenter û Serokwekîlên HDP’ê yên li Meclîsê daxuyanî dan çapemeniyê, ber bi Guvenpark a Kizilayê ve dest bi meşê kirin. Polîs êrîş anîn ser wekîlên HDP'ê. HDPê betalkirina parlamenteriya wekîlên meclisê wek Darbeya AKP-MHPê bi nav kiriye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 05, 2020 14:52 Asia/Tehran
  • Parlamenterên HDP’ê li dijî betalkirina parlamenteriya endamên xwe dest bi meşê kirin

Parlamenter û Serokwekîlên HDP’ê yên li Meclîsê daxuyanî dan çapemeniyê, ber bi Guvenpark a Kizilayê ve dest bi meşê kirin. Polîs êrîş anîn ser wekîlên HDP'ê. HDPê betalkirina parlamenteriya wekîlên meclisê wek Darbeya AKP-MHPê bi nav kiriye.

Parlamenter û Serokwekîlên Koma HDP’ê bi armanca şermezarkirina betalkirina parlamenteriya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari û parlementerê CHP'ê Enîs Berberoglu li Meclîsê daxuyanî dan. Parlamenter û Serokwekîlên Koma HDP’ê yên li Meclîsê daxuyanî dan çapemeniyê, dûre ber bi Guvenpark a Kizilayê ve dest bi meşê kirin. HDP’iyan di meşê de dowîzên “Darbe heye” vekirin û dirûşmeyên “AKP darbekare” berz kirin.

Polîsêrîş anîn ser wekîlên HDP'ê.Dema ku polîsên Tirkiyê êrîş anîn çakêtê Wekîlê HDP'ê Ridvan Tûran çirandin.