Li Amedê hejmara nexweşên şewba Vîrûsa Koronayê zêde bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316486-li_amedê_hejmara_nexweşên_şewba_vîrûsa_koronayê_zêde_bûye
Li Amedê hejmara nexweşên şewba Vîrûsa Koronayê ji hezar û 150 kesan derbas kir. Piştî Cejna Remezanê 200 kes testa wan pozîtîf derket. Ji 300 kesî zêdetir jî li malan tên îzolasyonkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 04, 2020 14:48 Asia/Tehran
  •  Li Amedê hejmara nexweşên şewba Vîrûsa Koronayê zêde bûye

Li Amedê hejmara nexweşên şewba Vîrûsa Koronayê ji hezar û 150 kesan derbas kir. Piştî Cejna Remezanê 200 kes testa wan pozîtîf derket. Ji 300 kesî zêdetir jî li malan tên îzolasyonkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Di çarçoveya tevdîrên li dijî Vîrûsa Koronayê hatibûn girtin hinek hatin sistkirin. Piştî sistkirina tevdîran li Amedê hejmara haletên Vîrûsa Koronayê zêde dibe. Hejmara nexweşên şewla Vîrûsa Koronayê li Amedê heta îro ji hezar û 150 kesî derbas bû. Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê û Nexweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê ku wek nexweşxaneyên pandemîyê hatine diyarkirin, niha 200 kesên bi koronayê ketine tên razandin. Tê gotin ku hejmara nexweşên rewşa giran e jî hejmara wan 20 kes e û li beşa giran tên dermankirin.

Li Amedê hat diyarkirin ku 100 xebatkarên tendurisiyê jî bi Vîrûsa Koronayê ketine.

Piştî Cejna Remezanê hat diyarkirin ku 300 kesî bi nexweşîna Vîrûsa Koronayê ketine.

Hat gotin rewşa van kesan sivik e û ji ber vê yekê jî ewna şandine malên wan û li malên xwe di bin îzolasyonê de ne.