Meral Daniş Beştaş: "Di bûyera Çakan de gumanên me hene"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316456-meral_daniş_beştaş_di_bûyera_Çakan_de_gumanên_me_hene
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku di bûyera Bariş Çakan de gumanên wan hene û got: “Di qanalen televîzyonan û hin yekîneyên desthilatê de dadgeh hatine avakirin, biryar hatiye dayîn û sedemên bûyeran tên aşkerakirin.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 03, 2020 13:11 Asia/Tehran
  • Meral Daniş Beştaş:

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku di bûyera Bariş Çakan de gumanên wan hene û got: “Di qanalen televîzyonan û hin yekîneyên desthilatê de dadgeh hatine avakirin, biryar hatiye dayîn û sedemên bûyeran tên aşkerakirin.”

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, li meclisê civîneke çapameniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. 

KÎ WÊNEYAN SERWÎS KIR?   

Beştaş, qala êrîş û îşkenceyên ku di demên dawîn de ji aliyê polîs û notirvanan ve li welatiyan tên kirin jî kir û vê derbarê de ev tişt got: “Me aşkera dît ku M.E.C. di bin çavan de çawa hatiye îşkencekirin. Kî wêneyê îşkenceyê parve kir? Bi çi armancî parve kir? Walîtiya Amedê, Miduriyeta Polîsan û Wezareta Karên Hundir daxuyanî dan. Di vê mijarê îşkence bi awayekî zelal hat parastin. Bi vî wêneyî Wezareta Karê Hundir û hêzên ewlehiyê li ser sûc hatine ziftkirin. Ev gotinên parastinê dosyayê salên 1990’î tînin bîra mirov.” 

GUMAN HENE 

Di berdewamê de Beştaş bal kişand ser kuştina ciwanê kurd Bariş Çakan a ji ber guhdarkirina muzîka kurdî û wiha got: “Em gelek xemgîn in. Li vî welatî, ji ber ber ku kurd bû, ji ber ku bi kurdî axivî û ji ber ku muzîka kurdî guhdar kir, Bariş Çakan hat kuştin. Wisa nîşan didin weke ku qet tiştekî wiha tunebe. Kijan ziman qedexe ye, werin em nîqaş bikin. Ne pêkan e em vê qebûl bikin. Derbarê cînayeta Bariş Çakan de gumanên me hene. Cihê derbaskirina gumanan ne çapemenî, darizandina adîlane ye.”