Sancar: Em ê plana çalakiyên demokratîk pêş bixin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i316479-sancar_em_ê_plana_çalakiyên_demokratîk_pêş_bixin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar, diyar kir ku belgeya wan a helwestê destêk bû û wiha got: "Em ê plana çalakiyên demokratîk pêş bixin. Em ê têkoşîna demokratîk li ser axê pêş bixin û vê têkoşîna demokratîk heta sindoqan mezin bikin."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 04, 2020 14:14 Asia/Tehran
  • Sancar: Em ê plana çalakiyên demokratîk pêş bixin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar, diyar kir ku belgeya wan a helwestê destêk bû û wiha got: "Em ê plana çalakiyên demokratîk pêş bixin. Em ê têkoşîna demokratîk li ser axê pêş bixin û vê têkoşîna demokratîk heta sindoqan mezin bikin."

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar, pirsên Rojnameger Murat Sabuncu bersivandin.

Sancar, têkildarî kuştina George Floyd ê polisan li Amerîkayê bi îşkenceyê kuşt anî ziman ku  rewşa civatê ya niha têde ye dê piştî demekê bêtir zelal bibe. Bi taybetî rewş û xebatên civata xizan û belengaz dê bêtir zelal bibe. Êrîşa polîsên nijadperest yekem car pêş nakeve. Ev îşkence û êrîşên polisan pir zêde dikeve rojevê. Em dibînin ku polîsê sibê pir hovene nêzî mirovên reş dibin. Di vê pêvajoya ku hêrsa civakê zêde bûye ev yek dibe sedema teqînê. Kuştina George Floyd a ji aliyê polîsê sipî û bertekên piştî wê, tenê ne girêdayî kuştina polîsê nijadperest e. Ev berteka civatê li dijî bê-edaletiyê ye. Dema em li vîrûsa Covît 19 dinêrin, li Amerîkayê herî zêde mirovên reş bi vê nexweşiyê ketine. Ev hêrsa li dijî bê edaletî û neheqiyê ye.