-
Erdogan: "Em plan dikin 24ê Tîrmehê bi nimêja îniyê re Ayasofyayê ji îbadetê re vekin"
Tîrmeh 11, 2020 02:08Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Em plan dikin heta 24ê temmûzê roja îniyê ku amadekariyên wê biqedînin û bi nimêja îniyê re Ayasofyayê ji îbadetê re vekin."
-
Di karesata keştiyê de hejmara miriyan derket 19’an
Tîrmeh 11, 2020 06:26Di encama xebatên lêgerîna penaberên di keştiya di Gola Wanê noqî avê bû de, hejmara cenazeyên hatin dîtin, derket 19’an.
-
Bi fermana Erdogan, Ayasofya bû mizgeft
Tîrmeh 10, 2020 19:28Bi hukmê dadgehê û bi fermana serkomarê Tirkiyê, dêra kevnar ya mesîhiyên Ortodoks li Stenbolê, Ayasofa, bû mizgeft.
-
Mismarî: Ger Tirkiye êrîş bike wê welatên Ereb jî bersivek tûnd bidin
Tîrmeh 10, 2020 17:01Berdevkê artêşa general Xelîfe Hefter ya bi navê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî destnîşankir ku ger dewleta Tirkiyê êrişî bajarê Sirteyê bike, wê dewletên Ereb bersiveke tund bidin. Mismarî got ku divê Tirkiye ji bersivê re jî hişyar be.
-
Hêrsbûna rayedarên Tirkiyê lihemberî hevdîtina wezîra derve ya Swêdê bi endamên PKKê re
Tîrmeh 10, 2020 16:34Hikûmeta Tirkiyê rexne li hevdîtina wezîra derve ya Swêdê bi endamên PKKê û YPG re girt.
-
Tirkiye- 18 kesên din bi Koronayê mirine
Tîrmeh 10, 2020 16:14Wezareta Tendirustiya Tirkiyê ragihand di heyama 24 saetên dawîn de 18 kesên din bi Koronayê mirine û 1.024 kes jî bi Koronayê ketine.
-
Tirkiye mehane 30 milyon dolar dide çekdarên Sûrî li Lîbyayê
Tîrmeh 10, 2020 15:41Li gor raporteke hatiye belavkirin, Tirkiye mehane 30 milyon dolar dide çekdarên Sûrî ku li Lîbyayê şer dikin.
-
2 balafirên leşkerî yên dewleta Tirkiyê gihiştin Lîbyayê
Tîrmeh 10, 2020 09:29Dewleta Tirkiyê hîn jî biryara Kondeya Ewlehiyê ya NY ya derbarê qedexekirina şandina çekan ji Lîbyayê re binpê dike. Hat ragihandin ku dewleta Tirkiyê 2 balafirên leşkerî yên tijî cebilxane şandine balafirgeha Meîtîqeyê.
-
Parlemana Ewropa: Bila firotina çekan a ji bo Tirkiyê bê sekinandin
Tîrmeh 10, 2020 07:56Li Parlemana Ewropayê rexneyên giran li Tirkiyê hate kirin. Di civînê de hate diyarkirin ku divê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê û alîkarî were sekinandin.
-
Di teqîna li Sakarya Tirkiyê de herî kêm 3 leşker mirin
Tîrmeh 10, 2020 04:50Li Sakaryayê ya Tirkiyê wesayîtek leşkerî teqiya. Di encama teqînê de hate gotin, 3 leşker mirine, 6 kes jî birîndarbûne.