Tirkiye mehane 30 milyon dolar dide çekdarên Sûrî li Lîbyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317585-tirkiye_mehane_30_milyon_dolar_dide_çekdarên_sûrî_li_lîbyayê
Li gor raporteke hatiye belavkirin, Tirkiye mehane 30 milyon dolar dide çekdarên Sûrî ku li Lîbyayê şer dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 10, 2020 15:41 Asia/Tehran
  • Tirkiye mehane 30 milyon dolar dide çekdarên Sûrî li Lîbyayê

Li gor raporteke hatiye belavkirin, Tirkiye mehane 30 milyon dolar dide çekdarên Sûrî ku li Lîbyayê şer dikin.

Rojnama almanî ya navdar Die Welt, raportek belav kir ku tê de hatiye diyarkirin, Tirkiyê her meh 30 milyon dolar dide wan çekdarên kirêgirtî yên Sûrî ku li Lîbya şer dikin.

Li gor raporta wê rojnamê Tirkiyê 15 hezar kirêgirtî şandine Lîbyayê û niha li ser navê Tirkiyê şerê hêzên Xelîfe Hefter ya bi navê  Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê dikin.

Her li gor raporta rojnama navborî, her kirêgirtiyek mehane 2 hezar dolar distîne û Tirkiyê wan pereyan ji hikûmeta Wîfaq ya Lîbyayê werdigire.

Di raportê de hatiye gotin ku hikûmeta Lîbyayê bi alîkariya Tirkiyê û Ixwan Mislimîn li ser piyan maye.

Herwiha li gor rojnama almanî, “Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bi xwîna kirêgirtiyên Sûriyê li Lîbyayê şer dike û dest datîne ser aboriya Lîbya.”