Di karesata keştiyê de hejmara miriyan derket 19’an
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317603-di_karesata_keştiyê_de_hejmara_miriyan_derket_19’an
Di encama xebatên lêgerîna penaberên di keştiya di Gola Wanê noqî avê bû de, hejmara cenazeyên hatin dîtin, derket 19’an.
(last modified 2026-07-27T12:39:15+00:00 )
Tîrmeh 11, 2020 06:26 Asia/Tehran
  •  Di karesata keştiyê de hejmara miriyan derket 19’an

Di encama xebatên lêgerîna penaberên di keştiya di Gola Wanê noqî avê bû de, hejmara cenazeyên hatin dîtin, derket 19’an.

 Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Xebatên lêgerîna penaberên di keştiya di 27’ê Hezîranê de, di Gola Wanê de noqî avê bû, dewam dikin. Berê di xebatên hatin bi rêve birin de, 13 cenaze ji avê hatibûn derxistin. Di encama xebata piştî nîvro de, piştî derxistina 2 cenazeyan, 4 cenazeyê din jî hat dîtin.

Cenazeyên hatin derxistin li morga Saziya Tipa Edlî (ATK) tên girtin. Cenazeyên di keştiyê de bi rêbaza çengel avêtinê ji avê tên derxistin. Çengel bi cîhazanên Row ve tên kirin û yek bi yek cenaze tên derxistin.