Tirkiye- 18 kesên din bi Koronayê mirine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317586-tirkiye_18_kesên_din_bi_koronayê_mirine
Wezareta Tendirustiya Tirkiyê ragihand di heyama 24 saetên dawîn de 18 kesên din bi Koronayê mirine û 1.024 kes jî bi Koronayê ketine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 10, 2020 16:14 Asia/Tehran
  • Tirkiye- 18 kesên din bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustiya Tirkiyê ragihand di heyama 24 saetên dawîn de 18 kesên din bi Koronayê mirine û 1.024 kes jî bi Koronayê ketine.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettîn Koca êvara îro roja pêncşemê ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ya Twitterê dawîn amarên nexweş û qurbaniyên vîrusa Koronaya belav kir.

Li gor amarên nû, di nava 24 saetan de 1.024 kes bi Koronayê ketine, 18 nexweşên Koronayê canê xwe ji dest dane û 2.879 pêketiyên koronayê jî baş bûne.

Heta niha li seranserî Tirkiyê, 209 hezar û 962 kes bi Koronayê ketine, 5 hezar û 300 kes bi Koronayê can dane û herwiha 190 hezar 390 nexweşên Koronayê jî baş bûne.