Di teqîna li Sakarya Tirkiyê de herî kêm 3 leşker mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317569-di_teqîna_li_sakarya_tirkiyê_de_herî_kêm_3_leşker_mirin
Li Sakaryayê ya Tirkiyê wesayîtek leşkerî teqiya. Di encama teqînê de hate gotin, 3 leşker mirine, 6 kes jî birîndarbûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 10, 2020 04:50 Asia/Tehran
  • Di teqîna li Sakarya Tirkiyê de herî kêm 3 leşker mirin

Li Sakaryayê ya Tirkiyê wesayîtek leşkerî teqiya. Di encama teqînê de hate gotin, 3 leşker mirine, 6 kes jî birîndarbûne.

Li herêma Taşkisigi ya Sakaryayê, duh danê nîvro wesayîteke leşkerî teqiya. Piştî teqînê gelek ambûlans û agirkûj şandin herêmê. Wesayît di encama teqîna ku heya niha sedema wê ne hatiye zanîn de bi temamî têkçû.

Li gorî agahiyan di encama teqînê de 3 leşker mirine û 6 jî birîndar bûne.

Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê, Walî û Şaredarê Sakaryayê dibêjin: Teqîn ji ber veguhestina fîşekên hewayî pêkhatiye.

Li navçeya Hendekê ya Sakaryayê di encama teqîna 3’yê Tîrmehê de ya li febrîqeya fîşekên hewayî ya Buyuk Coşkûnlarê 7 kes miribûn, zêdeyî 100 kes birîndar bûbûn. Komek bi navê Însiyatîfa Zarokên Agir berpirsyariya çalakiyê dabû ser milê xwe.