84 gumanbarên têkildarî DAIŞ’ê li 29 parêzgehên Tirkiyê hatin girtin
Tesrîn 28, 2026 18:35 Asia/Tehran
Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê qala girtina 84 gumanbarên têkildarî koma terorîst a DAIŞ’ê di operasyonên hêzên cendirmeyê li 29 parêzgehên vî welatî da kir.
Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê ragihand ku kesên ku hatine girtin bi endametîya di DAIŞ’ê da, propagandaya bo vê komê di torên civakî da û dabînkirina darayî ya wê bi rêya kes û saziyên qaşo xêrxwaz va hatine tawanbarkirin.Ev operasyon bi hevahengîya yekîneyên têkoşîna li hember terorîzmê, dozgerî û hêzên cendirmeyê pêk hat û lêkolîn derbarê torên darayî û çalakiyên têkildarî DAIŞ’ê hîn jî berdewam in. Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê tekez kirîye ku operasyon li dijî pêkhateyên vê koma terorîst û çavkanîyên dabînkirina darayî ya wê dê berdewam bin.