Zêde ji 300 hezar xwefirrên ukraynî ji destpêka şêrr va hatine rûxandin
Tesrîn 28, 2026 18:16 Asia/Tehran
Wezareta Berevanîyê ya Rûsyayê ragihand ku pergala bergiriya asimanî ya vî welatî ji destpêka operasyona leşkerî heta niha zêde ji 300 hezar xwefirrên ukraynî jorda xistine.
Wezareta Berevanîyê ya Rûsyayê herwiha ragihand ku hêzên vî welatî di 24 saetên raborî da binesaziyên enerjî û sotemenîyê, cihê montajkirin, hilgirtin û avêtina xwefirran, balafirrgehên leşkerî û xal û baregehên hêzên ukraynî li 156 navçeyan kirine armanc. Bergiriya asimanî ya Rûsyayê di şev û roja raborî da 1601 xwefirrên ukraynî, pênc bombeyên rênimûnkirî û roketeke pergala HIMARS’ê şopandine û rûxandine.