Nûnerê Kongreya Amerîkayê mikur hat: Em aliyê baş ê vî şerrî nînin
Rîçar Ocêda (Richard Ojeda) nûnerê Kongreya Amerîkayê tevî şermezarkirina êrişên artêşa terorîst a vî welatî li ser dibistan û nexweşxaneyên zarokan, daxwaza bidawîanîna şerr bi Îranê ra kir.
Rîçar Ocêda nûnerê Kongreya Amerîkayê di hevpeyîvîneke bi kanala televîzyonî ya CNN’ê ra tevî tekeziya li ser pêwîstîya bidawîanîna şêrr got: Em li vir aliyê baş ê bûyerê nînin. Aliyê baş, dibistan û nexweşxaneya zarokan bombebaran nake. Ev rewş nayê qebûlkirin û divê were rawestandin. Wî herwiha got: Divê em li ser wan kiryaran bisekinin ku dikare bo bidawîanîna şêrr were kirin û tekez kir ku bidawîanîna şêrr dibe ku bibe sedema kêmkirina bihayan di beşên cûrbicûr da jî.Vî nûnerê Kongreya Amerîkayê herwiha bi tekeziya li ser pêwîstîya vekirina Tengava Hormizê got: Me hewcetî bi vekirîbûna Tengava Hormizê heye, lê niha Îranê hegerek bo vekirina Tengava Hormizê tuneye; ji ber ku heman kesên ku em xistine nav şêrr, hîn jî di desthilatê da ne û divê ew jî bersivdêr bin.