Beşdariya çalak a Îranê li Nîşangeha Navnetewî ya Pîşeyên Kîmyewî ya Stenbolê
11`emîn dewra Nîşangeha Navneteweyî ya Pîşesaziya Kîmyayî ya TurkChem Eurasia 2026`an destpê kir ku tê de beşdarên ji nêzîkî 100 welatan, di nav de 10 kompaniyên girîng ên îranî, cih digirin.
11`emîn dewra Nîşangeha Navneteweyî ya Pisporiyê ya Pîşesaziya Kîmyayî ya TurkChem Eurasia 2026`an dê di navbera 25 û 27`ê Mijdarê de li Navenda Nîşangehan a Stenbolê (IFM) were lidarxistin. Deh kompaniyên girîng ên îranî wekî beşdarên nîşangehê cih digirin û yên din jî di çarçoveya heyeteke bazirganî de an jî wekî serdanker beşdar bûne.
Ev nîşangeh di heman demê de ligel Nîşangeha Interdye û Çapa li ser Perçeyan a Eurasia`yê tê lidarxistin. Tevî pêşketina berdewam a pîşesaziya kîmyewî ya Tirkiyê di 18 salên buhurî de ku îsal gihîştiye nirxekî aborî yê bi qasî 33.6 milyar dolarî, beşdariya şîrketên îranî di vê çalakiyê de derfeteke girîng e ji bo berfirehkirina têkiliyên bazirganî ligel vî aktorê herêmî û her wiha ji bo sûdwergirtina ji şiyanên Tirkiyê, bi armanca gihîştina bazarên li derveyî herêma nêzîk.