Şêx Neîm Qasim: Besîc yek ji destkevtên xuliqkarane yên Îmam Xumeynî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i361666-Şêx_neîm_qasim_besîc_yek_ji_destkevtên_xuliqkarane_yên_Îmam_xumeynî_ye
Sersekretedrê Hizbullah a Libnanê got: Besîc yek ji destkevtên xuliqkarane yên Îmam Xumeynî(re) ji bo sûdwergirtina ji hemû şiyanên xelkê ye.
(last modified 2026-11-28T10:46:14+00:00 )
Tesrîn 28, 2026 08:15 Asia/Tehran
  • Şêx Neîm Qasim: Besîc yek ji destkevtên xuliqkarane yên Îmam Xumeynî ye

Sersekretedrê Hizbullah a Libnanê got: Besîc yek ji destkevtên xuliqkarane yên Îmam Xumeynî(re) ji bo sûdwergirtina ji hemû şiyanên xelkê ye.

 

Şêx Neîm Qasim, Sersekretedrê Hizbullah a Libnanê, di peyamekî de bi minasibeta Roja Besîcê got: Besîc yek ji destkevtên xuliqkarane yên Îmam Xumeynî(re) ji bo sûdwergirtina ji hemû şiyanên xelkê ye. Îmam Xamineyî piştgîrî dayê û Seyîd Hesen Nesrullah alîkariya xurtbûna wê li Libnanê kir. Fîdakariyên şervanan û malbata şerîf a Berxwedanê zav in lê eva berdêla izetekî ye ku em hemû li dû wê ne.

Sersekretedrê Hizbullah a Libnanê ji bilî ku pesna fîdakarî û rola ciwanên besîcî bona xweragiriya Berxwedanê da li ser dewama çalakiyên civakî û aborî li rex amadetiya ji bo berevaniya li hember dijmin siyonîst pêgîrî kir û Besîcê mînakek têkneçûyî da zanîn.