Baxçelî: Qanûna nû destpêka qonaxeke nû ji bo Tirkiyeya bêyî terorîsm e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i359586-baxçelî_qanûna_nû_destpêka_qonaxeke_nû_ji_bo_tirkiyeya_bêyî_terorîsm_e
Serokê MHP`ê qanûna Xurtkirina Hevgirtîbûna Netewî û Yekrêziya Civakî wek bi dawîhatina pêvajoyê nezanî û ewê destpêka qonaxeke nû da zanîn.
(last modified 2026-08-13T13:39:36+00:00 )
Tebax 13, 2026 17:04 Asia/Tehran
  • Baxçelî: Qanûna nû destpêka qonaxeke nû ji bo Tirkiyeya bêyî terorîsm e

Serokê MHP`ê qanûna Xurtkirina Hevgirtîbûna Netewî û Yekrêziya Civakî wek bi dawîhatina pêvajoyê nezanî û ewê destpêka qonaxeke nû da zanîn.

Dewlet Baxçelî, pêgîrî kir ku nijyar yekgirtî ya Komara Tirkiyê, yekperçetiya axê û serweriya netewî ya welêt nayên gotûbêjkirin û mêkanîzmên hiqûqî yên vê qanûnê piştî erêkirina bi dawîhatina hebûna di piratîkê de yê PKK`ê, radestkirina çek û madeyên teqandinê û ji navçûna şiyana fermandetî û operasiyonê ya vê rêxistinê wê cih were. Serokê MHP`ê got: Me ti demek ji bo ji destdayînê tine û pêvajoyên hiqûqî û idarî yên ku hatine pêşbînîkirin, divê di dema herî kurt de cih werin.

Baxçelî herwiha xwehilweşandina tam a PKK`ê û hemû nijyarên ser bi wê ve mercê serêxwegirtina armanca ser navê Tirkiyeya bêyî terorîsm da zanîn û pêgîrî kir divê Tirkiye bona cihanîna qonaxên tê yên qanûnê, bilez, hevdeng û bi îhtiyat tev bigere.