Hevseroka DEM Partîyê: Nabe meseleya kurdan daynin nav kevana terorê da
Hevseroka Partîya Beranberî u Demokirasîyê ya Gelan (DEM Partî) rapora komsyona meclisa Tirkîyê derbara çareserkirina meseleya kurdan da bi tundî da ber rexneyan.
Tulay Hatemogullarî dibêje ku rapor dewsa ku meseleya kurdan wek meseleyeke sîyasî, civakî, çandî û zimanî bi fermî nas bike, ew xistîye nav kevana terorê da. Li gorî gotina wê, raya giştî çavlirê bû ku meclis pêngaveke şênber rake fenanî bifermî naskirina meseleya kurdan u raberkirina rêçareyê. Lê bi nêrîna wê rapor bêhêvîker bû û heta bi awayekî zelal basa mijara kilîdî ya zimanê dayîkê nekirîye.
Hevseroka Dem Partîyê xwest ku qanûnên taybet bi lezandina jiçekirina PKK bên pesendkirin, şaredarên wêdadayî bizvirin ser posta xwe, qanûnên cezayê bên sererastkirin, bersiva daxwazên kurdan ji wan yên zimanê dayîkê û azadkirina girtîyên sîyasî bê dayîn.