Pêgîriya DEM Partiyê li ser pêwîstiya guherîna naveroka rapora komîsyona Aşitiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i358430-pêgîriya_dem_partiyê_li_ser_pêwîstiya_guherîna_naveroka_rapora_komîsyona_aşitiyê
Berdevka DEM Partiyê amajeyî rola Parliamana Tirkiyê di çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkên Tirkiyê kir û got: Me ji serokê komîsyona Aşitî û Demokrasiyê xwestibû, navê raporê ji Tirkiyeya bêyî têror veguhere Pêvajoya Çareserkirina Pirsa Kurdên Tirkiyê.
(last modified 2026-02-19T11:30:47+00:00 )
Sibat 19, 2026 15:59 Asia/Tehran
  • Pêgîriya DEM Partiyê li ser pêwîstiya guherîna naveroka rapora komîsyona Aşitiyê

Berdevka DEM Partiyê amajeyî rola Parliamana Tirkiyê di çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkên Tirkiyê kir û got: Me ji serokê komîsyona Aşitî û Demokrasiyê xwestibû, navê raporê ji Tirkiyeya bêyî têror veguhere Pêvajoya Çareserkirina Pirsa Kurdên Tirkiyê.

Ayşegûl Dogan, berdevka DEM Partiyê, amajeyî rapora dawîn a komîsyona Aştiyê kirk u ji aliyê serokê Parlimana Tirkiyê ve hat weşandin û got: Berî raberkirina raporê me bi caran ji komîsyonê xwestibû bona amadekirina raporeka giştalî û bibandor pêwîst e çaksaziyên qanûnî di naveroka raporê de pêk bên û navê raporê ji Tirkiyeya bêyî têror veguhere Pêvajoya Çareserkirina Pirsa Kurdên Tirkiyê.

Ayşegûl Dogan got: Pêwîst e Parlimana Tirkiyê piştî weşandina vê rapora hin qanûnan bipejirîne ta ku xelkê Tirk û Kurd ê Tirkiyê piştrast bibin ku encama hewldana komîsyona Aşitî û Demokrasiyê wê bibe sedema aştiya mayinde.