Hevserokên DEM Partiyê: Rojên xweş nêzîk in, em dê bi hev re ava bikin
Kanûn 31, 2025 17:39 Asia/Tehran
Hevserokên DEM Partiyê bal kişandin ser girîngiya aştî û diyalogê û gotin: Rojên xweş nêzîk in, em dê bi hev re ava bikin.
Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullariyê di peyama bi boneya sala nû de ragihandin ku saleke zehmet derbas bûye lê girîngiya hêza hevgirtinê û baweriya bi aştiyê jî hatiye dîtinDi peyamê de amaje bi pêvajoya çareseriyê hat dayîn û hat tekezîkirin ku divê pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin. Em dixwazin bibe salek ku hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn hemû mirov di nav aramiyê de bijîn.Di dawiya peyamê de wiha hat gotin:Em dê ligel ked, wekhevî û edaletê bin. Lewra em dizanin ku aştiya rastî, tenê li welatekî ku em hemû tê de wekhev û azad bin pêkan e.