Kanûn 24, 2025 17:55 Asia/Tehran
  • Jordaketina balafira hilgirê rayedarên pillebilind ên Lîbîyê li Tirkîyê

Balafira hilgirê Serokerkanê Artêşa Lîbîyê, Mihemed- Elî Ehmed Heddad u çend rayedarên pillebilind ên leşekrî yên din piştî rabûna ji balafirgeha Enqerê li Tirkîyê, jorda ket u hemî kesên tê da can dan.

Balafira hanê piştî hevdîtina rayedarên Lîbîyê digel yên Tirkîyê li Enqerê u muzakireya do warê leşekrî da, dema vegera ji Enqerê ber bi Trablosê, li esmanê Enqerê jor daket.

Elî Yerlikaya Wezîrê Karên Hundur ên Tirkîyê ragihand ku qotîya reş û alava tomarkirina dengê kabîna firokevan hatine peydakirin u hilkolandina ji bo pêderxistina hegera jordaketinê destpê bûye. Bi dû vê bûyrê, Dewleta Yekitîya Netewî ya Lîbîyê 3 roj şîna gitşî ragihand u ala li vî welatî bi awayekî nivî hatin daliqandin. Ji hêla din va, desteyek ji Lîbîyê bi merema hevkarîya di warê hilkolandina vê bûyerê gihîştîye Enqerê. 

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ji ber vê bûyerê u candayîna general Mihemed Heddad Serokerkanê Artêşa Dewleta Yekitîya Netewî ya Lîbîyê u desteya bi wî re sersaxî da. 

Serepeyv