Kanûn 02, 2025 21:59 Asia/Tehran
  • Bakirhan: Niha dema wê ye ku ku têkiliyên me yên biratiyê ji pevçûnê dûr bikevin

Hevserokê Partiya Wekhevî û Beranberîya Gelan (DEM Patî ) got ku niha dem hatiye ku têkiliyên me yên biratiyê ji pevçûnê dûr bikevin û wan vegerînin bingehek yasayî û demokratîk.

Bakrahan îro derbarê seredana komîsyona parlemana Tirkiyê ya Îmraliyê û  hevdîtina bi Ocalan re  ragehand: Civîna bi Ocalan re  karî pirsa kurdan bighîne platformeke siyasî ya bihêz. Hevserokê DEM Partiyê dibêje: Tirkiyê ragehandiye ku pabendê aştiyê ye. Dem hatiye ku van sozan bicîh bînin.Ya girîng ew e ku gavên ji bo avakirina lihevkirinek civakî werin avêtin. Niha, berpirsiyarî li ser milê parlemanê ye. Hevdem Dewlet Baxçelî  serokê MHP derbarê prosa aşitiyê de got: Vegera ji vê proseyê tineye. Yên li dijî wê pêvajoyê ne dijî hikûmetê ne jî.Wî her wiha got: Di vê qonaxê de bi ti awayî saziş, paşdexistin an guman tine.

Serepeyv