Li Enqerê 153 kes bi xwarinê jehrî bûn
Kanûn 01, 2025 20:05 Asia/Tehran
153 kes li Enqerê ji ber jehrîbûna xwarinê rakirin nexweşxaneyê.
Piştî ku gelek kes li deverên curbicur ên Enqerê ji ber dilxeliyan û verêşandinê çûn nexweşxaneyên vî bajarî û 153 kes bi nîşanên jehrîbûna xwarinê li nexweşxaneyên vî bajarî hatin razandin, Serdozgeriya Enqerê lêkolîna di vê bare de da destpêkirin û ji bo çar gumanbaran, ji wan xwediyê şîrketeke belavkirina xwarinên amade fermana girtinê da.
Tê gotin ku kesên hanê berhemên şîrketeke belavkirina xwarinên amade xwarine, û encamên labratwarê jî nîşan didin ku sedema jehrîbûna wan mirîşkên genî bûye.