Berdevka DEM Partîyê: Divê nivîsara hevdîtina bi Ocalan ra were weşandin
Mijdar 28, 2025 18:55 Asia/Tehran
Berdevka Partîya Demokirasî u Beranberîya Gelan (DEM Partî) xwest ku deq u nivîsara hevdîtina Komsyona Hevgirtinê ya meclisa Tirkîyê bi Ebdullah Ocalan ra bi awayekî zelal were weşandin.
Ayşegul Doganê ev hevdîtina pêngaveke dîrokî di rêya çareserkirina meseleya kurdan da zanî û pêgirî kir ku divê civak ji hûrgilîyên vê hevdîtinê haydar bibe.
Ayşegul Doganê ji ber beşdarnebûna CHP di vê hevdîtinê da rexne kir u got ku ev mijara ne tenê nakokîya di navbera partîyan da ye, belkî bandorê li siberoja 86 milyon welatîyên Tirkîyê dike. Wê amadenebûna hin partîyan nîşaneya vekişîna sîyasî û dûrketina ji rêçareya demokiratîk a ji bo meseleya kurdan zanî.