Mijdar 23, 2025 17:46 Asia/Tehran
  • Pervîn Buldan: Çekdanînê pêwîstî bi zemîneya destûrî heye

Endama Desteya Imralîyê u parlimantera DEM Partîyê ragihand ku hikûmeta Tirkîyê ji bo destpêkirina demajoya çareserîyê amadetî heye û ji bo bidawîhanîna şêrr u çekdanînê jî zemîneyeke destûrî pêwîst u merc e.

Buldanê herwiha got: Em hela jî nizanin ka ew destûra yê were derxistin, kê, çi u çend kesan digire ber xwe, lê ji bo vê yekê amadekarî heye. Desthilat ango hikûmet amade ye u em jî amade ne. Buldanê ji ber biryara CHP ya amadenebûna di desteya parlimanê ya seredana Imralîyê bike de, rexne kir u got: Em vê helwesta CHP helwesteke baş u durist nizanin. Nabe bi vê şêwazê serederîyê himber vê mijarê were kirin. Aşitî mijarek seratir û giringtir  ji sîyasetê ye û pêwîst e ku em hemî di vê mijarê da rola me hebe. 

Serepeyv