Hevseroka Dem Partiyê: Çareseriya pirsa Kurdan li Tirkiyê erkeke dîrokî yê hemî partiyan e
Hevseroka Dem Partiyê ragihand biryara komîsyona Pêvajoya Aşitiyê ya seredana Îmraliyê biryareke dîrokî ye û ji bo gihiştina li aştiyeke mayînde pêngaveke girîng e.
Tulay Hatimogullarî rexne li CHP`ê girt ji ber ku tevlî biryarê nebûye, wê got em naxwazin pêvajoya aşitiyê ji bo berjewendiyên hin partiyên siyasî bê bikaranîn û banga bidawîkirina siyaseta sed salan ya înkarkirin û tunekirinê kir.
Hevseroka DEM Partyê herwisa got: Ev biryar dîrokî ye. Şanda hatiye diyarkirin dê di rojên pêş de serdana Îmraliyê bike û li gel Ebdila Ocalan bicive û nêrînên wî werbigire.
Hatîmogullarî got: Lê biryara tevlînebûna CHP`ê cihê dilgiraniyê ye. Mixabin, înkarkirin û tunekirina sed salan careke din tê zîndîkirin. Çareseriya pirsa Kurdan li Tirkiyê erkekî dîrokî yê hemî partiyan e. wê got aşitî ji berjewendiyên hemî partiyan joratir e. Aliyên dijî aşitiyê nikarin Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin.