Hakan Fîdan: Ger qeyranên Sûriyê neyên kontrolkirin ev welat dê rastî xetera hilweşyanê were
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê li dawiya sefera xwe ya Waşîngtinê de hişyarî da ger qeyrana Sûriyê bi dîqet neyê kontrolkirin, gefa hilweşyana vî welatî heye.
Hakan Fîdan, bal kişand ser xetera zêdebûna alozî û pevçûnan li parzêgeha Siwêdayê li başûrê Sûriyê û herêmên di bin kontrola hêzên kurd li bakur û got: Ev rewş dikare qeliştên navxweyên yên xeternak bi xwe re bîne. Wî got: Pêkanîna hevsengiya zêrîn di navbera ewlehiya kêmîneyên etnîkî û mezhebî û parastina yekperçtiya axê ya Sûriyê de zehmet, lê pêdivî ye.Nabe ti komek bibe gefek dijî ya din. Fîdan her wiha got: Taybetî li herêmên bakur û bakur- rojhilatê Sûriyê, ger ev pirsgirêk bi hûrî neyên kontrolkirin u çareserkirin, xetera derketina qeyranê têkildarî yekperçetiya axê û navçeyî ya welêt heye. Dibe ku Sûriye hêdî hêdî ber bi hiweşyanê ve here.