Mijdar 09, 2025 19:10 Asia/Tehran
  • Wezîrê Dadweriyê yê Tirkiyê: Biryara derbarê dosiya Demîrtaş di destê dadgehê de ye

Wezîrê Dadweriyê yê Tirkiyê wek berteka li himber esehbûna hikmê dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbarê binpêkirina mafên Selahedîn Demîrtaş siyasetmedarê girtî yê kurd de, azadiya wî bi encama pêvajoya lêkolînê li Dadgeha Venihêrînê ya Tirkiyê ve girêdayî zanî.

Yilmaz Tûnç, Wezîrê Dadweriyê yê Tirkiyê bal kişand ser vê yekê ku Dîwana Mafên Mirovan a Ewropayê, di biryara xwe ya vê dawiyê de girtina demdirêj a Demîrtaş, serokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), binpêkirina mafê azadî û ewlehiya kesane nirxandiye û got: Lêkolîna vê dosiyê di çiqa 22 ya Dadgeha Venihêrînê ya Enqerê de berdewam dike û em hemû çavli rê ne ku dadgeh dengê xwe bide.Wî bal kişand ser wê yekê ku Demîrtaş û çend  kes ji hevdosiyên wî di çarçoveya dosiya bi navê Kobanî de hatine tawanbarkirin û got: Ji bo hin tawanbarên vê dosiyê cezaya hewsa hetahetayê hatiye birîn û hinek jî bêsûc hatine zanîn, lê piştî dayîna dengê çiqa dudyan a Dadgeha Ewropayê, dadweriya Tirkiyê ev dosiye radestî taxima pênckesî li Dadgeha Venihêrînê kir.

Serepeyv