Êrişa polîsan ser kombûna bi boneya salvegera komkujîya li rawestgeha qetarê li Enqerê
Cotmeh 11, 2025 17:20 Asia/Tehran
Polîsên Tirkîyê êrişî beşdarên merasima salvegera komkujîya li rawestgeha qetarê ya Enqerê ya di encama êrişa koma terorîst a DAIŞê da kirin.
10 sal ji ser êrişa koma terorîst a DAIŞê ser kombûna bi navê ``kar, aştî û demokirasîyê`` li ber rawestgeha qetarê ya Enqerê derbas dibin ku di encamê da 104 kes hatin kuştin. Welatîyên tirkîyeyî di salvegera dehan a wê komkujîyê da, dest bi meşeke bi navê ``meşa edaletê`` kirin u ber bi Dayra Dadwerîyê ya Enqerê va bi rê ketin ku polîsan pêşîya wan girt. Piştî êrişa polîsan ser wê meşê, xwenîşanderan demekê dest bi nerazîbûnê kirin u piştî çend saetan terka wê derê dan.