Kongireya Amerîkayê dijî dayîna matorên cêtan bo Tirkîyê derket
Kongireya Amerîkayê hinardekirina matora cêtên Kaan bo Tirkîyê qedexe kir.
Kongireya Amerîkayê dayîna matorên F-110 bo aamdekirina nivşa pêncan a cêtên Kaan bo Tirkîyê qedexe kir. Hakan Fîdan Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê jî piştrast kir ku ev biryara Kongireya Amerîkayê proja çêkirina vê cura balafirên cengê li Tirkîyê paşda dixe.
Biryar bû ku Tirkîye bi wergirtina wan matorên balafirên cengê ji Amerîkayê, ewan dayne dewsa matorên balafirên F-16 û him jî bikaribe derbasî rêza berhemînerên cêtên nivşa pêncan bibe.
Kongireya Amerîkayê di halekî da dijî firotina matora balafirên cengê bo Tirkîyê derketîye ku Erdogan di serdana vê dawîyê ya li Amerîkayê u hevdîtina tev Trump da hewil da wî qanih bike ku rêkevtinameyên leşkerî yên di navbera Enqere- Waşîngtonê da werin bicihanîn.
Çavdêrdibêjin ku ev biryara Kongireya Amerîkayê nîşan dide ku Amerîka bawerîya xwe li Tirkîyê û rêvebirên vî welatî nayne û eva di halekî da ye ku Tirkîyê hema bêje di hemî meseleyên navçeyê di van salên dawîn da, ji sîyaseta Amerîkayê peyrevî kirîye.