Erdogan: Ti mantiqek ji bo hovîtiya Rejîma siyonîst tune
Îlon 25, 2025 20:59 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkiyê di civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de got: Ti mantiqek ji bo hovîtiya Rejîma siyonîst tune.
Receb Tayîb Erdogan wêneyekî gelê birçî yê Xezzeyê nîşan da û got: Di her saetekê de zarokek ji aliyê rejîma siyonîst ve tê kuştin û destên zarokên Xezzeyê bê dermanên bêhiskir tên jêkirin. Me berê qet xwînrijandineke bi vî rengî nedîtibû.
Erdogan herwiha got ku Rejîma siyonîst bi zanebûn rojnamevanan dikuje û derbasgehên ber bi Xezzeyê ve bi tevahî girêdaye. Xezze êdî ji bo jiyanê ne guncaw e û bi behaneya Hemasê tê wêrankirin. Serokomarê Tirkiyê tekez li ser pêwîstiya agirbestek demlidest li Xezzeyê kir û got: Her kesê ku li hember tiştên ku li Xezzeyê diqewimin bêdeng bimîne, şirîkê jînosayd û komkujiya têde ye.