Îlon 21, 2025 18:10 Asia/Tehran
  • Kêşe li komîsyona Pêvajoya Aştiyê li Meclisa Tirkiyê deket; DEM Partiyê terka civînê da

Di civîna 11`an a Komîsyona Hevgirtina netewî, biratî û demokrasiyê li Meclisa Tirkiyê bi serokatiya Numan Kûrtûlmûş, de kêşe derket.

Di vê civînê de Mihemed Bekir Şîmşek, Alîkarê Yekîtiya Alim û medreseyên olî, ji bilî ku amajeyî şaşitiyên berê hem ji hêla hikûmetê û hem jî ji hêla PKK`ê ve kir û got ev kiryar derbê li nijyara civakî ya Tirk û Kurdan dixe. Ev axiftin rastî berteka tund a parlimanterên DEM Partiyê ve hat û ew bi qêrîna hin dirûşman dijî Şîmşek, civîn terikandin. Piştî wê parlimanterên CHP`ê jî wek nerizamendî, salon terikandin. Li hember wê parlimanterên MHP`ê Şîmşek tawanbar kirin ku bêrêzî li artêş û polîsan kiriye. Berî vê kêşeyê nûnerên civaka sivîl û aboriyê nihêrînên xwe raber kiribûn û li ser jiçekirin, welatîbûna wekhev, bikaranîna zimanê dayîkê û aîtiya mayinde, demokrasî û geşepêdana aborî pêgîrî kirin. Piştî ku kêşe giran bû, Numan Kûrtûlmûş, serokê Meclisê got: Her kesek azad e ji hêla xwe ve berevaniyê bike lê ev mijar bi bibîrxistina rojên derbasbûyî re, serê xwe nagire û nagihîje encamekê.

Serepeyv