Şandeke mezin a DEM Partiyê serdana Îmraliyê dike
Îlon 09, 2025 18:39 Asia/Tehran
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan, DEM partî ragehand: Heftiya dahatî dê şandeke mezin ji DEM partiyê dê serdana Îmraliyê bike da ku bi rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Ebdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne.
Ayşegul Dogan ragehand Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM partiyê di civîna xwe de dawîn alûgurên di pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk nirxand. Her wiha pehsa pêwîstiyên niha yên vê proseyê hatiye kirin. Wê her wiha got: Heftiya bê şandeke mezin ji DEM partiyê dê serdana Îmraliyê bike ku hevserokên partiyê jî têde ne lê hîna dema seredanê diyar nebûye.