Du polîsên Tirkiyê di êrişa biçek ser qereqolekê li Izmîrê de hatin kuştin
Îlon 08, 2025 14:13 Asia/Tehran
Du efserên polîsê Tirkiyê di encama êrişa biçek a ser qereqolekê li Izmîrê li rojava vî welatî de hatin kuştin.
Îro di encama êrişa bi çek a ser qereqolekî polîsê Tirkiyê li Izmîrê de du polîs hatin kuştin û kesekî din jî birîndar bû.
Li gorî gotina çavkaniyên nûçeyan ên Tirkiyê, kesê êrişkir, nûciwanekî 16 salî ye ku bi tifinga nêçîrê êrişî qereqolê kiriye û paşê jî hatiye girtin.
Silêman Elban, waliyê Izmîrê got: Êrişkir nûciwanekî 16 salî ye ku bi tifingê êrişî qereqola Balçowayê kiriye.