Mîthat Sencar: Ji bo bidawîkirina şer pêwîstî bi hiqûqa aştiyê heye
Endamê Heyeta Îmraliyê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê got sedema bingehîn a şerê li Tirkiyê Pirsgirêka Kurdan e.
Mîthat Sencer got: ji bo çareseriyeke mayînde li Tirka de, pêwîstî bi avakirina hiqûqa aştiyê heye. Divê rêbazên çareserkirina pirsa ku sedema pevçûnê ye bên pêşxistin.
Midhet Sencer li Enqerê li civîna ser navê Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de Pêwîstiyên Hiqûqî got pirsgirêka ku dibe bingeha şer Pirsgirêka Kurdan e û eşkere kir ku di pêvajoya heyî de divê gavên pratîkî bên avêtin da ku bawerî û piştgiriya civakî bihêztir bibe.
Sencer got: Divê yasa li Tirka bên sererastkirin û tedbîrên siyasî û hiqûqî werin girtin da ku şer bi dawî bibe.
Divê rêbazên ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan bên pêşxistin û sererastkirinên yasayî bên kirin.