Tirkiyê hişyarî da HSDê
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê tekez kir ku pabendnebûna HSDê bi sozên xwe derbarê çekdanîn û tevlibûna di nav artêşa Sûriyê de, yekperçetiya axê ya vî welatî û ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê dixe xeterê.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îro di daxuyaniyekê da hişyarî da Hêzên Sûriya Demokratîk û tekez kir ku divê ev hêz tevlî artêşa nû ya Sûriyê bibin û desta ji her kiryar an axiftina ku yekperçetiya axa Sûriyê dixe xeterê, bikişînin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îdia kir ku HSDê sozên xwe derheq çekdanîn û tevlîbûna nav hikûmeta Sûriyê de pêk neaniye û ev yek gefê li yekperçetiya axa Sûriyê û ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê dixwe.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê tekez kir ku ger pêwîst be, ew dê piştgiriyên pêwîst bidin Sûriyê, hem alîkariya jibo istiqrara vî welatî u hem jî ji bo misogerkirina ewlehiya Sûrîyê.