Zêdebûna deynên hikûmeta Tirkiyê
Daneyên li Tirkiyê nîşan didin ku deynên hikûmeta vî welatî heta dawiya Tîrmeha îsal gihîştiye 12 trîlyon û 45 milyon Lîreyan, yanê 294 milyard û 28 milyon dolaran.
Nirxandina daneyên Wezareta Xezînedarî û Darayî ya Tirkiyê nîşan dide ku deynên hikûmeta vî welatî pêka dawiya Tîrmeha par sedî 48.5 zêde bûne.
Li gorî van daneyan, nêzîkî sedî 45.8`ê deynên hikûmeta Tirkiyê bi lîreyan e û yên mayî jî bi diravên biyanî ye.
Zêdebûna asta zamê, daketina nirxa lîreyê û pêwîstiya dabînkirina aborî ya projeyên avahîsaziyê ji wan avakirina deverên erdhejlêxistî û xercên heyî, bûne sedem ku hikûmeta vî welatî ji bo cebirandina kêmasiya budceyê û parastina istiqrara aborî dest bi deykirina ji nav û derveyî welêt bike û ev yek jî di salên derbasbûyî de bûye sedem deynên hikûmeta Tirkiyê zêde bibin.