Tebax 13, 2025 11:25 Asia/Tehran
  • Desteserkirina 14 kesan têkildarî gendeliyê li Şaredariya Stenbolê

Di encama operasyonekê de 14 kes li Stenbolê hatin desteserkirin.

Kesên hanê vê sibê li gor fermana serdozgeriya Stenbolê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi tawana endametiya nav komeke çete, bikaranîna neçê ya agahiyên kesane yên welatiyan û gendeliya di îhaleyekê de hatin desteserkirin û ji bo lêpirsînê bo navendên pêwendîdar hatin veguhestin.

 Sûcdarkirin û operasyonên li dijî Şaredariya Stenbolê di 19ê Adara îsal de bi girtina Ekrem Îmamoglu, şaredarê wê demê û berbijarê Partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê  bo serokomariyê  dest pê kirin û heta roja îro jî didomin. 

Serepeyv