Şeva bi tirs a Sindirgiyê: Piştî erdhejê xelk li derve ma
Tebax 11, 2025 20:21 Asia/Tehran
Li navçeya Sindirgiyê ya Balikesîrê erdhejeke bi giraniya 6.1 pileyan çêbû.
Di erdheja Balikesîrê de kesek mir, 29 kes birîndar bûn û 16 avahî hilweşiyan. Ji ber erdhejê xelkê navçeyê şeva xwe li derve derbas kir.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Balikesîrê, Ehmed Akin ragihand ku ji bilî mirina kalemêrekî, ti ziyaneke mezin a canî nîne û got: Ti xisareke nû nîne. Xisara heyî li taxa me ya Gûlcukê û çend cihên din e. wî got 29 birîndarên me hebûn lê şukur, rewşa wan jî baş e.
Piştî erdhejê, xelkê navçê ji ber tirsê newêrîn vegerin malên xwe û şeva xwe li derve derbas kirin.