Tîrmeh 27, 2025 20:37 Asia/Tehran
  • Di şerê Tirkîyê û PKKê da 2 hezar milayrd dolar hatîye xerckirin

Hevserokê Partîya Demokirasî û Beranberîya Gelan (DEM partî) a Tirkîyê got: Li gorî texmînan şerê di navbera PKKê û artêşa Tirkîyê da bûye sedema xercekî nêzî 2 hezar milyard dolarî.

Tûcer Bakirhan Hevserokê DEM Partîyê amajeyî ragihandina agirbesê ji hêla PKKê va kir û ew ragihandina ê`serektina ji bo gelê Tirkîyê`` û pêngavek di çarçova aştîya ji bo rojavaya Asyayê û cîhanê da zanî. 

Hevseokê DEM Partîyê herwiha got: Tenha rêya derketina Tirkîyê ji rewşa qeyransaz a nika ``piştgirîya ji vê demajoya aştîyê ye`` ji ber ku li gorî gotina wî Tirkîye veguherîye nijyareke aborî  û sîyasî ku bi berdewamî qeyranan saz dike.

Tev îraghiandina agirbesê ji hêla PKKê va, li gorî agahîyan li hin navçeyên kurdnişîn car bo carê pevçûn derdikevin.

Bakirhan xwest ku operasyonên leşkerî demlidest bnê sekinandin û got: Di qonaxeke wiha da, nabe ti operasyonek were lidarxistin û hemî çeperên leşkerî divê bên valakirin. 

Serepeyv