Jordaçûna hejmara sûcên ji ber nefretê li Tirkîyê
Hezîran 15, 2025 06:20 Asia/Tehran
Konseya Ewrûpayê di nûtirîn rapora xwe da ragihand ku nefret û sûcên ji ber vê wê li Tirkîyê gelekî zêde bûne û ji ber vê yekê dilnigeranbûna xwe dîyar kir.
Komsyona Sekinîna Himber Nijadperestîyê ya Konseya Ewrûpayê di rapora xwe ya şeşan da ku duh weşand, ji hikûmeta Tirkîyê xwest ku sitratejîyeke netewî ya tam ji bo sekinîna himber nefretê û piştgirîya ji kom û çînên ber zîyanê li vî welatî amade bike.
Rapora Konseya Ewrûpayê herwha nîşan dide ku nefreta hibmer kêmîne, kurdan û penaxwazên sûrî li Tirkîyê bi awayekî berbiçav zêde bûye.
Di vê raporê da hatîye ku nefreta dijî kêmîneyan a di axavtinên rayedarên sîyasî yên Tirkîyê da jî bi awayekî bêmînak zêde bûye.