Ocalan daxwaza hevdîtina bi Ebdî û rayedarên Herêma Kurdistanê ra kir
Hezîran 11, 2025 17:42 Asia/Tehran
Berdevka DEM partiyê got: Ocalan xwestiye ku bi Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Mezlûm Ebdî, Qubad Talebanî û Bafil Talebanî re hevdîtinê bike.
Ayşegul Doganê got: Ew dixwezin ku di zûtirîn dem de serdana girava Îmraliyê bikin û muhtemel e Ocalan bi nûnerên partiyên siyasî yên curbicur re hevdîtinê bike.
Ew her wiha dibêje: jibo çareseriya demokratîk û aştiyane parleman dikare destpêşxeriyan raber bike. Weke DEM partiyê me amadetiya rêçare û çawaniya çêkirina encumenkê heye û me pêşnûme û pêşniyarek wisa heye.