Piştî 35 salan, xelk nikarin vegerin gundên Şirnexê
Bi derbasbûna çendîn dehekan ser valakirina bi darê zorê ya bi sedan gundên Şirnexê, xelkê van gundan hîn jî bi hinceta pirsgirêkên ewlehiyê nikarin vegerin malên xwe.
Di demekê de ku çavkaniyên hikûmî li Tirkiyê behsa destpêkirina pêvajoya aştiyê dikin, xelkê gundên Şirnexê dewama rewşa ewlehiyê li van navçeyan, wêrankirina çavkaniyên xwezayî yên wê ji aliyê artêşê ve, dagirkirina erdên wan û birrîna bênavber a daran bi hinceta derxistian niftê protesto dikin.
Şêniyên bi sedan gundên Şirnexê hîna jî di çarçoveya plana bi navê herêmên taybet ên ewlehiyê da nikarin vegerin ser mal û erdên xwe û mal û erdên wan ên cotkariyê ji aliyê artêş û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatine dagirkirin. Ev qedexe her 15 rojan carekê ji aliyê qayîmmeqamê Şirnexê ve tê dirêjkirin, ku hatûçûyîna xelkê bo gundên xwe bi awayekî pratîkî ne mumkin kiriye.