Hezîran 04, 2025 15:17 Asia/Tehran

Di halekî da ku dezgeha fermî ya amaran a dewleta Tirkîyê ragihandîye asta zama salê nêzî sedî 35 e, Koma Lêkolînan a Zamê ENGA ragihandîye ku asta rast a bihabûnê zêde ji sedî 71ê ye.

Dema meriv detayên daxûyanîya dezgeha fermî ya amaran a dewleta Tirkîyê û Koma Lêkolînan a Zamê ango ENGAyê ya di meha Gulanê da dide ber hev, ferqeke berbiçav dikeve ber çavan. Li gorî rapora Koma Lêkolîna ser Zamê, asta zamê di meha Gulanê da sedî 3.66 zêde bûye û asta bihabûnê rabûye sedî 71.23yê. Ev dihalekî da ye ku dezgeha fermî ya amaran a dewleta Tirkîyê ragihandîye asta bihabûnê ya mehane tenê sedî 1.53 bûye û asta bihabûna salane jî sedî 35.41 e. Asta navîn a bihabûnê ya salê jî sedî 45.8 e. 

Bi ragihandina asta bihabûna salane ya zamê, asta jordaçûna kirêya mal û dikanan jî sedî 45.8 hatîye kivşkirin. Ev di halekî da ye ku amarên nefermî ray didin ku asta bihabûna kirêya mal û dikanan gellekî zêdetir ji ya fermî ye. 

Bi vî awayî di rewşekê da ku welatîyên tirkîyeyî pêrgî bihabûna rojane bûne, ferqa zêde ya amarên fermî û raporên serbixwe ne tenê bûye sedema daketina asta pêbawerîya giştî, belkî plankarîya aborî jî pêrgî pirsgirêk kirîye. 

Çavdêr û şarezayên aborî yên Tirkîyê ji ber amarên dewletê yên têkildarî bihabûnê rexneyan dikin û ser vê bawerê ne ku divê hikûmet mijarên têkildarî bihabûnê zelal bike, ji ber ku gelê Tirkîyê bihabûnê di jîyana xwe ya rojane da dibîne û daketina bihaya lîrê vî welatî hibmer diravên bîyanî jî di jîyana rojane ya gel da şênber e û nabe hikûmet van rastîyana veşêre. Ji ber ku raberkirina rastîyên aborî bi awayekî zelal, pêngava yekem ji bo kontrolkirina qeyranê û bidestxistina pêbawerîya civakê ye. 

Serepeyv